Li Kuçukçekmeceya Stenbolê 7 wesayîtên di kuçeyê de hatibûn park kirin ji hêla kesên nediyar ve hatin şewitandin.
Li Taxa Înonuyê di kuçeya Erguvanê de duh nivê şevê wesayîtên park kirî hatin şewitandin.
Kesên nasnameya wan ne diyar poşêtên tije benzîn avêtin li ser wesayîtan û 7 wesayît bi wî awayî şewitandin.
Wesayîtên hatin şewitandin ji hêla tîmên agirkujiyê ve hatin vemirandin.
Polês ji bo ku van kesan bibînin xebatên xwe didominîn.