09 Gulan 2017•Rojanekirin: 10 Gulan 2017
SÎÎRT
Belkiza Beştaş Epozdemira endama Şaredariya Sêrtê ya DBPyî hat girtin.
Li gor agahiya ku hat hildan, Opozdemira di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Sêrtê ve tê birêvebirin de derbarê wê de biryara binçavkirinê hatibû dayin, ji aliyê ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariyê ve hat girtin.
Epozdemira ku piştî kar û barê li ewlekariyê sewqî dadgehê hat kirin, ji ber sûcê "kirina propagandaya rêxistina terorî û endambûna rêxistina terorî ya çekdar" hat girtin.