BÎNGOL
Midûrê Perwerdeyê yê Neteweyî yê Bajêr ê Bîngolê Yakûp Sari got ku dê di nîva duyem a perwerde û hîndekariyê ya sala 2014-2015 de, ji bo xwendekarên ker û lal dibistana seretayî û navîn bê vekirin.
Sari daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku di nîva duyem a perwerde û hîndekariyê ya sala 2014-2015an de, Dibistana Seretayî û ya Navîn a Bîngolê ya Ker û Lalan bê vekirin.
Sari got ku dê li dibistanê 19 xwendekar bên perwerdekirin û wiha axivî: "Êdî xwendekarên ker û lal bên perwerdekirin û dê di nav civakê de bikaribin xwe baş îfade bikin."