11 Nîsan 2016•Rojanekirin: 11 Nîsan 2016
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima vebûna stada "Vodafone Arena"yê ya Kuluba Jîmsantîk Bêşîktaşê (BJK) bû.
Erdogan wiha got: "Stada me ya Vodafone Arenayê ji bo Bêşîktaşê bi xêr be. Hêvî dikim ku Bêşîktaş di pêşbirkên wê li vir bên kirin da, pir golan biavêje û serkeftineke mezin bi dest bixe."
- Serdemeke nû dest pê dike
Erdogan got ku ji bo Bêşîktaşê serdemeke nû dest pê dike û wiha axivî: "Ez bawer im ku wê Bêşîktaş heqê stadeke wiha mihteşem bide."
Erdogan got ku li bajarên cuda çêkirina 14 stadan dewam dike, ji bo 9 stadan jî amadehî tên kirin û wiha dewam kir: "Bi vî awayî wê li bajarên me yên cuda 29 stad ji bo sporvanên me bên avakirin."