İbrahim Atmaca
18 Hezîran 2019•Rojanekirin: 19 Hezîran 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyand ku ew ê li Mizgefta Fatîhê piştî nimêja esrê beşdarî nimêja xiyabî ya ku wê seba Mihemed Mursî were kirin, bibe.
Serokomar Erdogan li ser Twitterê daxuyanî da û wiha got, "Îro ji bo Mihemed Mursiyê ku caba wefata wî gihîşt me, li Mizgefta Fatîha Stenbolê piştî nimêja esrê nimêja cinaze ya xiyabî wê were kirin. Ez ê jî beşdarî nimêja cinaze ya xiyabî ya Şehîd Mursiyê birayê me bibim."