04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
AYDIN
Li Aydinê partiyên ku fikra wan ji hev cuda ne, ji bo kampanyaya dengdayîna gel konê xwe li kêleka hev vekirine û wisa kampanyaya xwe dimeşînin û peyama yekîtî û bihevrabûnê didin.
Ji bo guhertina makezagonê dengdayîna gel ma çend roj. Partiyên siyasî ji bo dengdayînê çend meh berê dest bi xebatê kirin û kampanyayên xwe didomînin. Hin saziyên civata sivîl jî piştgiriyê didin partiyên siyasî.
Teşkîlatên CHP û AK Partiyê li Aydinê Meydana Bajêr a Ataturkê konê xwe li kêleka hev danîne, broşurên xwe belav dikin û hincetên "erê" û "na"yê dibêjin.

Serokê Navçeya Efelerê yê AK Partiyê Aytaç Arslan diyar kir, "Kesên ku dibêjin erê jî na jî ewladê vî milletî ne" û got ku ew xebata xwe bi vê hişmendiyê dikin.
Arslan diyar kir, em ji fikra her kesî ra rêzê didin nîşan û wiha dewam kir: "Em hemû xebatên xwe jî di vê çarçoveyê da dikin. Li meydana Aydinê xwediyê herdu fikran jî konê xwe li kêleka hev danîne. Di nav yekîtî û pêkvetiyê da em fikra xwe ji mirovên ku wê herin ser sandoqê ra dibêjin."
Serokê Şaxa Ciwanan a Bajarê Aydinê ê CHPê Yilmaz Tîlkî jî got ku di 16ê nîsanê da çarenûsa vî welatî wê were kifşkirin.

Tîlkî diyar kir, li meydanê partiyên ku fikra wan ji hev cuda ne, li kêleka hev stant vekirine û wiha dewam kir: "Ji sandoqê erê jî derê na jî derê em bira ne. Em ê sibê dîsa li rûyê hev binihêrin. Hemû heval bêyî ku hevdu aciz bikin, propagandayê dikin. Em dijî dubendîkirinê ne. Em ji bo welatê me bi xêr be."
Ji welatiyan Ensar Gokçe got ku ew hêvîdar e li hemû bajêr Aydinê ji xwe ra bikin mînak.