04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
ŞIRNAK
Di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê ya li Çiyayê Gabarê da di encama teqandina teqemeniya ku terorîstan çal kiribû da 3 leşker şehîd bûn û 5 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, di operasyona hêzên ewlekariyê ya dijî rêxistina terorê PKKyê ya li Çiyayê Gabarê da di dema bihurîna leşkeran da terorîstan teqemeniya destçêkirî ya ku pêşda çal kiribûn, teqandin.
Di êrîşê da 3 leşker şehît ketin û 5 leşker jî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Li deverê operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê berdewam e.