17 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2015
Serokê Sererkaniyê Orgeneral Hulusî Akar der heqê operasyonên ku birin ser PKKya rêxistina terorê de got: "Di operasyonan de gelek çek, cebilxane, baregeh, stargeh û kozik hatin îmhakirin û êdî nikarin bên bikaranîn, zirareke mezin gihîşt terorîstan û ew zirar wê hê jî bê dayîn. Ev têkoşîn wê heta dawiyê dewam bike."
Akar piştî ku tetbîqata "2015 Guleberdan Serbeste" bi dawî bû bangî personelê eskeriyeyê yên ku tevlî tetbîqatê bûbûn kir û wiha axivî: "Hezên Çekdarî yên Tirkiyeyê di çarçoveya mewzûata fermî de têkoşîna xwe ya bi teror û hemû xebatên wan ên ku li hemberî miletê tirk û Dewleta Komara Tirkiyeyê birêvedibin didomîne û di vê meseleyê de jî bi biryar e."
Orgeneral Akar ji bo operasyonên ku li hundir û derveyê welêt him ji bejayê û him jî ji hewayê ve dibin ser PKKya rêxistina terorê de agahî da û wiha pêde çû: "Him li bakurê Iraqê û him jî li nav welêt di operasyonan de gelek çek, cebilxane, baregeh, stargeh û kozik hatin îmhakirin û êdî nikarin bên bikaranîn, zirareke mezin gihîşt terorîstan û ew zirar wê hê jî bê dayîn. Ev têkoşîn wê heta dawiyê dewam bike. Ji pîlotekî, ji eskerekî bigire heta fermandarê herî payebilind hemû hevalên me ji bo ku piçekê be jî zirar negihêje sivîlan bi baldar tevdigerin û di vê mijarê de hesasin."
Akar destnîşan kir ku wan heyfa cangorî û gaziyên xwe li erdê nehîşt û nahêlin.