17 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2015
Wêneyên ku nûçegihanên Anadolu Agencyê (AA) li çar aliyên dinyayê dikşînin di çapemeniya navneteweyî da balê dikşînin. Kovara TIMEê ya ku li dinyayê tê naskirin di hejmara xwe ya dawîn da cî da wêneyê nûçegihanê wêneyan ê AAyê Ebû Omer.
Kovara TIMEê wêneyê nûçegihanê AAyê Memûn Ebû Omerê der barê operasyonên hewayî yên Rûsyayê ku li Sûriyeyê dike de bi şîroveya "Rûsya tenê dixwaze dost bimîne" di berga xwe da cî dayê.
Ebû Omer di 13ê cotmehê da di nav şert û mercên dijwar da operasyona hewayî ya artêşa Rûsyayê ya li Daret Îzzeya Helebê ku di destê mixalifan da ye, kişand. Edîtorên TIMEê bi vê navê Anadolu Agency û Ebû Omer li dinyayê dan nasandin.
