Daîreya 2emîn a Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran (HSYK) der barê dozger Zekeriya Oz, Celal Kara, Muammer Akkaş, Mehmet Yuzgeç û dadger Suleyman Karaçol de biryar da ku ew ji wezîfeyê bên îxrackirin.
Hat ragihandin ku daîreyê li gor madeya 69emîn ev biryar da.
Di madeya 69emîn a qanûnê de wiha tê gotin: "Her çiqas sûcên hewce nake ku cezaya dîsîplînê bê dayîn û hewce nake ku cezayê girtinê bê dayîn jî, heke şeref û rûmeta karmendiyê bê pinpêkirin cezayê ji kar derxistinê tê dayîn."
- Pêvajo
Biryara destûra jêpirsînê ya derheqê dozgeran a 1Jêpirsînên 17-25ê çileya pêşîn" a Daîreya 3emîn a HSYKyê dema Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag de hatibû pesendkirin. Daîreyê daxwaz kiribû ku heta jêpîrsîn dawî bibe dozger ji wezîfeyên xwe bên dûrxistin.
Daîreya 2emîn a HSYKyê derheqê dozgerên Komarê Oz, Kara, Akkaş û Yuzgeç û dadger Karaçol de biryar dabû ku heta jêpirsîn dawî bibe ew ji wezîfeyên xwe bên jidûrxistin.
- Ew ê di dadgeha bilind de bên darizandin
Ji ber ku derheqê van kesan de destûra darizandinê hebû dosyaya wan şandibûn Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê.
Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê jî derheqê dozger Akkaş û dadger Karaçol de îdia temam kiribû û îdia şandibû Dadgeha Cezaya Giran a 16emîna Bakirkoyê.
Ji ber ku ev kes dozger û dadger in ew ê adgeha bilind de bên darizandin.