Dozgerên berê Zekeriya Oz, Celal Kara, Muammer Akkaş, Mehmet Yuzgeç û dadger Suleyman Karaçol ê ku ji wezifeyê hatibûn avêtin, xwestin ku bila biryara der heqê wan de hatiye dayîn ji nû ve bê lêkolînkirin û ev îtiraza wan ji hêla Daîreya 2yemîn a Lijneya Bilind a Hakim û Dozgeran (LBHD) ve hat redkirin.
Biryara Daîreya 3yemîn a LBHDyê ya bo destûra jêpirsîna der heqê dozgerên "Jêpirsîna 17-25ê Qanûnê" de ji hêla Serokê LBHDyê û Wezîrê Dadê yê wê demê Bekîr Bozdag ve hatibû erê kirin. Daîreyê xwestibû ku jêpirsîna der heqê dozgeran de heta ku bi dawî bibe bila ji wezifeyê bên dûrxistin.
Daîreya 2yemîn a LBHDyê jî bi hinceta ku ji encama jêpirsînê der heqê wan de heta tiştek dernekeve dozger Oz, Kara, Akkaş, Yuzgeç û hakim Karaçol ji wezifeyê dûrxistibû.
Biryar jî li gor beşa dawîn a xala 69emîn a Qanûna Hakim û Dozgeran ve hat dayîn.
Daxwaza ji nû ve lêkolînkirina der heqê biryara îxrackirinê de jî ji hêla Daîreya 2yemîn a LBHDyê ve hat redkirin. Îtiraza li dijî biryarê ji Lijneya Giştî re dikare bê kirin.