14 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş got: "Li Diyarbekirê bi şev êrîşeke xayîn çêbû, ez vê êrîşê lenet dikim. Ev erîşa terorê ya ku birine ser Amîrtiya Emniyetê û lojmanên ku malbatên mensûbên emniyetê lê bûn, qelleşî ye."
Kurtulmuş li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got ku ew êrîşê lenet dike û wiha dewam kir:
"Ev erîşa terorê ya ku birine ser Amîrtiya Emniyetê û lojmanên ku malbatên mensûbên emniyetê lê bûn, qelleşî ye. Kesên ku di vê êrîşa terorê ya xayîn da mirin, Xwedê rehma xwe li wan bike, serê xizmên wan û milletê me sax be. Mensûbên emniyetê û welatiyên me jî birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûn jî Xwedê ji wan ra şifayê bişîne."