22 Adar 2016•Rojanekirin: 22 Adar 2016
Serokwezîr Ahmet Davutoglu: "Îro serê sibê li Brukselê teqînên ku çêbûn cardin rûyê kurewî ya terorê nîşan da. Ez êrîşan şermezar dikim. Serê hikûmeta Belçîkayê û gelê wan sax be. Li ser navê gelê me ez dixwazim hestên me yên hevkariyê parve bikim."
"Ez cardin ji kesên ku qaşo hawariyên aştiyê ne dipirsim; di nav meha dawîn da bi dehan însan di êrîşên bombeyî da mirine, hêzên me yên ewlehiyê bi destê terorîstan hatine cangorîkirin, sivîl hatine kuştin û bajar hatine xerakirin. Hûn li ku ne rewşenbîr û akademisyen. Hûn bi kîjan wijdanê van bûyer û kuştiyan ji bîr dikin û êrîşî me dikin, hûn çima belavokeke ku PKKyê şermezar dike nadin. Dev ji belavokê berdin, hûn çima PKKyê rexne nakin. Rêxistina terorê ji vê rewş û tabloyê piştgiriyê distîne."