Li gor daxuyaniya ku Serokatiya HKIyê belav kir, di nameyê de Barzanî wiha nivîsiye:
"Li ser navê xwe û gelê Herêma Kurdistana Iraqê ji bo alîkarî û piştgiriya ku we da, sipasiyên xwe pêşkêşî we dikim. Vê alîkariya we nîşanî me da ku berê çawa ku Komara Îslamê ya Îranê mutefîkê me bû, a niha jî dost û mutefîkê me ye. Bi rastî ev mirov bextewar dike."
Barzanî got: "Têkiliyên dostanî, alîkarî, piştgirîdayina ji bo Herêma Kurdistanê, biratiya Îran û HKIyê xurtir dike."
Barzanî destnîşan kir ku bi saya vê alîkarî û nêzîkbûna dostanî û têkiliyên dîrokî yên di nav her du gelan de û biratiya wan xurttir dibe.