Dr. Seydo Homanê ku di Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê de Pisporê Nexweşiyên Çerm û Jinan e, bi zimanê îngilizî, tirkî û her sê zaravayên kurdî kurmancî, soranî û zazakî ferhenga tib û têgehên tibê amade kir.
Dr. Homan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ez ji bo ku beşdarî bernameya tenduristiyê ya TRT Şeşê bibim, min li ser têgehên tibê lêkolîn kir ku ez meneyên têgehan bi kurdî bibînim. Pişt re fikirîm ku ez vê keda xwe bikim pirtûk û çap bikim. Ji bo ku ferheng bibe ferhengeke navneteweyî, min zimanê îngilizî jî lê zêde kir û ferheng bû ferhengeke pirzimanî, ango îngilizî, kurdî û tirkî."
- "Ev ferheng li Tirkiyeyê cara ewil hat amadekirin"
Homan destnîşan kir ku wî ji bo ferhengê ji 26 çavkaniyan îstifade kir û wiha dewam kir: "Li Tirkiyeyê li ser tibê ferhengeke tibê ya kurdî cara ewil hat amadekirin. Ez bawer dikim ku ev ferhenga tibê dê ji bo personelên nexweşxaneyê yên ku kurdî nizanin bibe rêber ku personel û nexweş ji hevdu fêm bikin. Li welatên din ferhengên tibê bi kurdî hatine çapkirin, lê ev ferheng li Tirkiyeyê cara ewil tê çapkirin. Ferheng bi îngilizî dest pê dike, bi kurdî dewam dike û bi tirkî diqede. Min di amadekirina ferhengê de zihmetî kişand. Min di sê sal û nîvî de ferheng amade kir."
Homan got ku di ferhengê de her sê zaravayên kurdî jî hene û wiha dewam kir: "Li gor zimanên din hejmara peyvên kurdî zêdetir in. Ji ber ku min peyvek bi her sê zaravayên kurdî jî nivîsî hejmara peyvên hemwate zêde bûn. Hejmara peyvên kurdî 25 hezar in. Hejmara peyvên îngilizî û tirkî jî nêzî 15 hezaran e."
Ferheng ji 278 rûpelan pêk tê.