ŞANLIURFA
Serdozgerê Komarê yê Rihayê Mehmet Ademoglu der barê şewata li girtîgehê de got: "Aniha her tişt di bin kontrola me de ye. Hevdîtinên li pişt camekanan li girtîgehê didomin. Karên hewce hemû hatin kirin û birîndar jî tunene."
Ademoglu da zanîn ku li girtîgehê şewateke biçûk derketiye û ew jî vê gavê di bin kontrola me de ye.
Ademoglu got ku me agir girtiye bin kontrolê û hevdîtinên li pişt camekanan li girtîgehê didomin, karên hewce hemû hatin kirin û birîndar jî tunene.
Agir ji hêla mehkûmên berwext yekî hatiye derxistin û ew jî ji hela peywirdarên me ve di demeke zû de hate tefandin.
Ademoglu anî ziman ku agirderxistin bi derfetên girtîgehê re eleqedar nîne û wiha axivî: "Ev ne ji şertên qawîşê ne û ne jî ji şertên girtîgehê ne. Tenê kiryareke şexsî ye. Her tişt di bin kontrolê de ye û kesê ku agir derxistiye jî baş e û rehet e."