Greva birçîbûnê ya mamosteyên kurdî yên ku ji beşa lîsansa bilind a bêtez ya Zanîngeha Mardîn Artûklûyê (ZMA) beşa Enstîtuya Zimanên Zindî mezûn bûn, didome û ket roja 8an.
Greva berhevguhêz ya mamosteyên kurdî li Parka Karayollariya Mêrdînê didome û ket roja 8an. Alîkarê Rektorê ZMAyê û Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof. Dr. Qedrî Yildirim hat qada grevê û endamên Platforma Mamosteyên Kurdî ziyaret kirin. Yildirim bi bîr xist ku der heqê tayînkirina mamosteyên kurdî de gotinên Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci di çapemeniyê de cih girtin û got ku wî ji bo van daxuyaniyan sipasiyên xwe pêşkêşî wî kir.
Yildirim wiha dewam kir: "Me di nûçeyan de gotinên wek 'Piştî îstatîstikan ev mamosteyên me yên ku me mezûn kirin, em ê bişînin bajaran û Midûriyên Perwerdeya Neteweyî yên Bajêr dê wan tayîn bikin' xwendin. Ev soz û gotinên ku vê hefteyê di hizûra çapemeniyê de hatin daxuyandin, par dabûn me. Vê daxuyaniya ku dan çapemeniyê cesaret û hêvî da me."
Yildirim destnîşan kir, ew hêvî dikin ku der heqê tayînkirina mamosteyên kurdî de gavên erênî bên avêtin ku greva birçîbûnê bi dawî bibe û wiha pê de çû:
"Heke tayîn neyên kirin dersa ku ji aliyê bi hezaran xwendekaran ve tê hilbijartin wê bê mamoste derbas bibe. Heke kesên bikevin dersê jî, ew ê pisporê vê dersê nebin û ji bêyî mifayê dê zirarê bidin. Ez hêvî dikim ku ev daxuyanî dê bibe daxuyaniya dawiyê û demildest gavên erênî bên avêtin ku greva birçîbûnê bi dawî bibe. Em hemû hêvîdar in û li benda pêngavan in."
Yildirim got ku ew ê ji bo ku tayînkirina mamosteyên kurdî teqez bibe û ji bo çareseriyekê dê biçe Enqereyê û ji Wezîr Avci û alîkarên wî re hevdîtinê bike.
Seyîtxan Aydogan jî li ser navê endamên Platforma Mamosteyên Kurdî axivî û got ku heftêya greva birçîbûnê temam bû, lê hê jî mexdûriyeta tayînkirinê ya mamosteyên kurdî çareser nebû.
Aydogan got ku tayînkirina mamosteyên kurdî ji bo pêvajoya çareseriyê jî pêngav e.