Nûnerên saziyên çapemeniyê yên ku li Diyarbekirê weşanê dikin, destnîşan kirin ku weşana AAyê ya bi kurdî piştgiriyeke girîng da pêvajoya çareseriyê û qada nûçegihaniya kurdî.
Anadolu Agency ev salek e ku weşana kurdî dike. Nûnerên saziyên çapemeniyê yên li navenda bajêr weşana kurdî ya AAyê ya ku sala xwe temam kir, nirxand.
Berpirsiyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Diyarbakir Sozê Omer Buyuktîmûr diyar kir ku bi destpêkirina weşana kurdî ya AAyê kêmasiyeke mezin hat temamkirin û wiha got: "Nûçeyên kurdî nîşanî cîhanê dane ku demokrasiya Tirkiyeyê ji hêla mafên mirovan û azadiyan ve hêzdar e."
Buyuktîmûr got ku AA bi saya weşana kurdî nûçeyên xwe radigihîne girseyên berfirehtir û wiha axivî:
"Ev weşana AAyê li herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê û bajarên kurdan rengekî nû da rojname û çapemeniya nivîskî ya din. Jimara şopînerên xwe zêde kir. Berhemdariya rojnameyan zêde kir û ji bo cîhana nûçeyan derfeteke mezin pê k anî. Weşana Kurdî ya AAyê piştgiriyeke mezin da pêvajoya çareseriyê, aştî, aramî û dewlemendiya nasnameyan."
- "Piştgireyeke mezin da pêşketina zimanê nûçegihaniya kurdî"
Berpirsiyarê Weşana Giştî ya Kovara Nûbiharê Suleyman Çevîk jî ragihand ku weşana AAyê ya kurdî rengekî nû da nûçegihaniyê.
Çevîk got ku "Weşana kurdî ya AAyê piştgiriyeke mezin da pêşketina nûçegihaniya kurdî" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Li Tirkiyeyê der barê nûçegihaniyê de zehf xebat nehatibûn kirin. Tenê xebatên lokal hatibûn kirin. Hin rojname û kovarên ku taybet derdiketin hebûn. AA xîtabî erdnîgariyeke berfireh dike û ev yek jî ji bo pêşketina nûçegihaniya kurdî bû pêngaveke girîng."
Kordînatorê Malpera Haber Diyarbakirê Sidki Zîlan jî got ku AAyê kurdî jî li ser zimanên ku pê weşanê dike zêde kir û vê yekê jî qeliteyek anî nûçegihaniyê.
Zîlan got ku weşana AAyê ya bi kurdî li welêt xizmeta normalîzebûnê dike û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Bi destê dewletê nûçeyên kurdî tên çêkirin û ev yek jî di nav gel de dibe sedema xwîngermiyê. Di şertên normal de kesekî ku li bajarekî Anadoluyê di televîzyonê de nûçeyên kurdî temaşe bike, dibe ku hinekî bitirse. Dema ajansa dewletê nûçeyên kurdî dide her kes bi rehetî dikare temaşe bike û ev yek normal tê dîtin."
-"Ji bo kesên ku tirkî nizanin alternatîfek çêbû"
Berpirsiyarê Weşana Giştî ya Rojnameya Tîgrîs Haberê Mehdî Tanaman jî got ku di rojnameya me de jî rûpelên kurdî hene, Weşana Kurdî ya AAyê ji bo çapemeniya herêmê çavkaniyeke girîng e.
Tanaman da zanîn ku bi saya nûçeyên kurdî yên AAyê ji hêla rojnamegeriyê ve derfeta wan çêbû ku xwe bigihînin girseyên mezintir û wiha axivî: "Qet nebe ji bo kesên ku tirkî nizanin alternatîfek çêbû. Bûyerên ku li welêt û cîhanê diqewimin bi vî awayî bêtir tên fêmkirin. Vê pêngavê piştgirî da pîşeya rojnamegeriyê."
Tanaman diyar kir ku bi weşana nûçeyên kurdî yên AAyê pêşdarazî hatin şikandin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Heta niha fikra heke bi zimanê neteweyeke din weşan bê kirin dê 'welat perçe bibe' hebû. Her kesî televîzyon, rojname û radyoyên ku weşana kurdî dikin dît, lê welat parçe nebû. Di vê wateyê de ji bo şikandina pêşdaraziyan serwîsa nûçeyên kurdî ya AAyê bû xizmeteke gelekî baş. AA di pêvajoya çareseriyê de piştgirî da avakirina zimanê hevpar."
-"Tecrubeya AAyê ya bi qasî 100 salî heye"
Serokê Komelaya Endamên Çapemeniyê yê Diyarbekirê (DÎMED) Mahmût Îrtem got ku ez salvegera weşana kurdî ya AAyê pîroz dikim.
Îrtem diyar kir ji bo ku mirov bikarin xwe rehet îfade bikin AAyê xizmeteke girîng kir û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Kurdî li welatê me bi salan hat qedexekirin û ji jiyanê hat dûrxistin. AAyê kurdiya ku bi salan hat qedexekirin wek zimanê çapemeniyê li ser weşana xwe zêde kir û em vê yekê gelekî erênî dibînin. Tecrubeya AAyê ya bi qasiî 100 salî heye. Em dixwazin ku AA hem di beşa kurdî de hem jî di qadên din de serkêşiya saziyên çapemeniyê bike ku endamên çapemeniyê yên baştir derkevin."