Li Kavaşa navçeya Wanê gundî ji bo ku guldexwînên ku wekî sembola hiznê (xemgînî) tên zanîn û dema biharê vedikin dîmenên bêhempa derdixînin holê neyên dizîn nobetê digirin.
Xiristiyan wisa bawer dikin dema ku Hezretê Îsa xistin çarmixê guldexwînan serê xwe ber xwe de kiriye û ji ber vê yekê jî wan pîroz dibînin. Gelê herêmê jî guldexwînan diparêzin. Guldexwînên ku li goristana Taxa Aydinocaka ku 40 kîlometro dûrî Kavaş e çêdibin, bi dînemên xwe yên rengîn digel gelê herêmê bala wênekêşan jî dikişîne.
Guldexwîn ji ber ku cureyeke ku kêm çêdibe ye di serê nebatên ku derdixînin derveyî welêt de tê û gelê herêmê ji bo parastina guldexwînan dest bi xebatan kirin.
Gundiyên xwezahez ji bo nehêlin ku pîvazên guldexwînên ku wekî "bûka ku digirî" tê zanîn jê nekin û nebin nefroşin şev û roj nobetê digirin.
-"Em li bendê ne ku saziyên eleqedar arîkariyê bikin"
Muxtarê Taxa Aydinocakê Bahrî Altintaş diyar kir ku ji bo parastina guldexwînan her roj kesek nobetê digire.
Altintaş qal kir ku carna hin kes hewl didin ku pîvazên guldexwînan derdixînin û got "Em nahêlin ku derxînin. Lê belê ji bo ku tam bên parastin divê goristanê ronî bikin. Em di vê mijarê de ji rayedaran arîkariyê dixwazin."
Midûrê Dibistana Aydinocakê Îsa Dumlu jî got ku bi derfetên xwe guldexwînên ku li goristana gund çêdibin diparêzin.
Dumlu qal kir ku guldexwîn nirxa herî bi qîmet a gund e û wiha axivî: "Gundiyên me piştgiriya muxtarê me her roj nobetê digirin. Em jî bi taybetî di vê mijarê de hişyarî didin xwendekarên xwe ku guldexwînan biparêzin. Ji bo ku guldexwîn baş bên parastin divê goristan bê ronîkirin."