Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez wiha got: "Hezretî Pêxember prensîp û rêgezên ku meriv dikare wekî 'danezana mafên zarokan' bi nav bike anî, lêbelê îro zarok mezintirîn mexdûr û mazlûmên şer û şidetê ne. Emê zor bikaribin hesabê zarokên ku terkê birçîbûn, bêperwerdebûn û mirinê tên kirin, bidin Xwedê."
Gormez beşdarî bernameya "Bûyîna Pîroz û Zarok" ya ku bi temamî zarokan organîze kirin, bû. Çalakiya ku li Navenda Çanda Kocatepeyê ya Enqereyê hat lidarxistin bi hamîtiya Şaredariya Mezin a Enqereyê û Weqfa Perwerde û Alîkariyê ya Xizmetên Civakî pêk hat.
Gormez di bernameyê de axivî û zarok wekî "ronahiya çavan" bi nav kir û wiha xeberda: "Hezretî Pêxember prensîp û rêgezên ku meriv dikare wekî 'danezana mafên zarokan' bi nav bike anî, lêbelê îro zarok mezintirîn mexdûr û mazlûmên şer û şidetê ne. Emê zor bikaribin hesabê zarokên ku terkê birçîbûn, bêperwerdebûn û mirinê tên kirin, bidin Xwedê."
- "Pêdivî bi peymana merhemetê heye"
Gormez got, îro pêdiviya hemû mirovahoyê bi merhemeta ku Xwedê kiriye nava dilê zarokan heye û wiha pê de çû:
"Îro der heqê mijara zarokan de heke ji Afrîkayê heya Asyayê, ji Amerîkaya Latîn heya Avrasyayê li ser rewşa zarokan lêkolîn werin kirin dê bê dîtin ku merhemeta însanan kêm bûye. Mirovan merhemeta xwe wenda kirine. Heke ku mirovahî bixwaze merhemetê li ser rûyê dinyayê înşa bike, wêçaxê divê berê xwe bide dil û jiyana zarokan, ji ber ku tenê dikare li wir bibîne."
Gormez axaftina xwe wiha domand:
"Îro pêdiviya mirovahiyê bi peymaneke cidî ya merhemetê heye. Îro hewcehiya mirovahiyê heye ku wê însaniyetê careke din keşf bike. Kelîmeya hezkirinê helbet xweş e, lê bi kelîmeya merhemetê ve nayê mûqayesekirin. Kelîmeya merhemetê têgeheke bilind e ku di nava xwe de exlaq, edalet û hezkirinê jî dihewîne. Ji ber vê çendê Xwedê ji bo Pêxemberê me ev peyva herî xweşik hilbijartiye, wiha ferman dike; 'Me te şand wekî ku tu ji aleman re bibî rehmet'. Ji ber ku wiha ye Rebbê me pêxemberekî kerîm ê ku pir bimerhemet e ji me re şand. Ew pêxember ewil ji bavê xwe, dû re jî ji dayîka xwe bû. Hemû tengasiyên dijwar ên ku dikare were serê zarokekî kişand û wisa ber bi pêxemberiyê meşiya. Dema ku bû bav xeynî Hezreta Fatima êşa hemû zarokên xwe kişand. Xwedê pêxemberekî wisa şand ku hemû cure êşa ku dikare were serê mirovan tecrube kir. Ev ne tesadufek e."
- "Emê zor bikaribin hesabê zarokên ku terkê mirinê tên kirin, bidin Xwedê"
Gormez balkişand ku li Afrîkayê û li deverên din ên dinyayê mezinê zor bikaribin hesabê zarokên ku terkê birçîbûn, bêperwerdebûn û mirinê tên kirin, bidin Xwedê û wiha dewam kir: "Heke ku qiyameta dinyayê ji ber gunehekî mezin rabe, ev qiyamet ji ber ku rîayetê mafên zarokan nakin, xwedî li zarokan dernakevin û bêmerhemetiyê li zarokan dikin, wê rabe. Îro zarokên ku nûra çavên me û şahiya dilê me ne, mezintirîn mexdûr û mazlûmên şer û şidetê ne."