Fatih Gazioğlu
30 Nîsan 2019•Rojanekirin: 08 Gulan 2019
Guldexwînên ku biharê li herêmê gelek ciyan hêşîn dibin dîmenên xweşik ên ku merivan heyran dihêlin derxistin holê.
Guldexwîn biharê li ciyên bilind ên Wan, Hekariyê û her wiha li der û dora Gola Wanê hêşîn dibin. Di nav gel da 'laleyên sernixwîn' ên ku bi navê guldexwînê tên zanîn pîroz tên qebûlkirin û ji bo danasîna herêmê girîng in.
Guldexwîn piranî li taxê Dîlmetaşa navçeya Gewaşê hêşîn dibin.

Laleyên ku rengên wan sor û zer in dema bi rengê hêşîn yê behrê ra tên cem hevdu dîmenên balkêş derdixin holê û kêfa turîstan pê tê. Turîst aliyekî va jî wêneyên dîmenên rengîn dikişînin.

Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Muzaffer Aktug daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku guldexwîn bûne parçeyekî herêmê û her sal gelek turîst di mehên biharê da ji bo dîtina wan tên Wanê.
"Ji bilî Wanê ev cure li Çiyayên Hekariyê jî hêşîn dibe. Mêvanên biharê tên herêmê piranî ji bo dîtina van guldexwînan tên bajêr. Guldexwîn ji bo nasandina bajêr û turîzma me jî kulîlkeke sembol e."