ŞIRNAK
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, di merasîma vekirina Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya Şirnakê û hin xizmetên kamuyê de axivî. Serokwezîr, bi gotinên Mela Ehmedê Cizîrî ku di got "Em yek mîlet in. Em ji heman cihî ne." bi bîr xist û dewam kir: "Erê em hemû zarokên Adem û Hawayê ne. Em hemû neviyên Nûh eleyselam in ku li gorî baweriyê li Cizîrê veşartî ye. Wekî ku di Qur'anê de jî tê gotin, em dewama nifşê Nûh eleyselam in ku keştiya wî li serê Çiyayê Cûdiyê danî. Em bi berhemên Ehmedê Xanî û Mewlana, bi helbestên Yunus Emre û Mela Ehmedê Cizîrî bûne yek milet. Yekî bi kurdî got, yekî bi tirkî."
Serokwezîr, bal kişand ser kuştin, êşkence û bûyerên dilsoj û wisa pê de çû: "Ez bi dil û can dibêjim. Êdî em ê li bûyerên xweş binêrin ne li yên dilsoj. Em ê li pêşiya xwe binêrin û bi hev re hisabê demên borî bipirsin. Helbet em ê li piştguhkirinên berê binêrin û telafî bikin. Lê divê em niha paşerojê binêrin. Divê em, paşeroja xwe li ser çand, dîrok û şaristaniya xwe ya hevpar ava bikin."
Serokwezîr Erdogan, bi bîr xist ku ev 7 meh in ji ber bûyerên terorê kuştin çênabin û wiha dewam kir: "Ev 10 sal û nîv e em bi dil û can dixebitin da ku aştiyeke mayînde li bajarên me , li çiyayên me pêk bê. Em ji pêvajoyê bi hêvî ne. Em tu carî dest ji pêvajoya aştiyê bernadin. Yên ku bixwazin vê pêvajoyê berhewa derxin, sabote bikin û pêşî lê bigrin dê bikevin bin gunehekî giran."
Serokokwezîr, der barê xizmetên li Şirnakê de jî wiha got: "Pêkanîna xîzmetên li Şirnakê, wazîfeya me ye û mafê we ye. Heke dewlet, li welatiyên xwe, li bajarên xwe xwedî derkeve, xizmetê ji wan re bike ew dewleteke mezîn e, bi edalet e."
Erdogan wiha dewam kir: "Birayên min ên hêja, ji alîyekî ve em dixwazin xizmetê bikin, ji aliyê din ve hin kes ji bo ku xizmet neyê dayîn gefan li me dixwin. Dibêjin 'hûn ê ji sedî 10an komîsyonê bidin me.' Niha heman tiştî li Yuksekovaya li ser Hakkariyê dikin ku em li wê derê balafirgehê çêdikin. Derdê me ew e ku demildest ji birayên min ên Hakkariyî re balafirgehek were çêkirin. Dixwazin pêşiya vê yekê bigrin. Ev ne helwesteke însanî ye. Em birayên hev in. Em mecbur in ku tirk, kurd, abaza, ereb, gurcî, laz, çerkez, boşnak, roman bi hev re bijin."
Li gel Serokwezîr Erdogan hevjîna wî Emîne Erdogan, hevjîna Şerafettîn Elçî Fatma Elçî û zarokên wê, Parlementerê BDPê Hasîp Kaplan, rayedarên BDPê yên Şirnakê, Waliyê Şirnakê Vahdettîn Ozkan, hin kesên ji malbata Şerafettîn Elçî, Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay, Wezîrên wek Sadullah Ergîn, Muammer Guler, Nabî Avci, Taner Yildiz, Mehdî Eker, Mehmet Şîmşek, Veysel Eroglu, Cevdet Yilmaz, Bînalî Yildirim û Suat Kiliç jî beşdarî merasîmê bûn. Heman kes bi hev re êvarê beşdarî xwarina fitarê jî bûn. Ji malbatên bûyera Uludereyê jî Velî Encu, Felek Encu, Zekî Tosun, Emîne Urek, Raşît Ant û Sadik Alma beşdarî fitarê bûn.
Odeya Pîşesaziyê ya Cizîrê li qada merasîmê, him bi tirkî him jî bi kurdî li ser pankartan "Serokwezîrê me yê birêz hûn bi xêr hatin" dabû nivîsandin.