ANKARA
Şaxa Partiya Maf û Azadiyê (HAK-PAR) ya Enqereyê bi minasebeta Newrozê li ser Kolana Yukselê ya Qizilaya Enqereyê çalakiyek li dar xist.
Endamên HAK-PARê yên şaxa Enqereyê bo pîrozkirina Newrozê ewil meşek li dar xisitin û ji navenda şaxa HAK-PARê ya Enqereyê ber bi Kolana Yukselê ve di gel çirax, def û zirneyê ve meşiyan. Piştî meşê li ser navê Serokatiya Bajêr a HAK-PARê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê namzeda şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya HAK-PARê Ayşe Çelîk ve hat xwendin.
Çelîk di daxuyaniyê de got ku bi hêviya rojên aşitî û azadiyê ve bila Newroz pîroz be û Newroza hemû mirovên xwedî bi rûmet ên ku ji welatê me ne pîroz dikin. Çelîk wiha axivî: "Em dîsan bi hêviyên xweş û geş ve Newrozê pîroz dikin. Newroza ku tê wateya 'bihar û roja nû' ji aliyê gelek gelên Rojhilata Navîn û Asyayê ve tê pîroz kirin. Newroz bi taybetî jî ji bo Kurdan tê wateya serhildana li hember Dehakan û tê wateya agirê ku li hember zilma Dehak, Kawayê Hesinkar pê xistiye."
Çelîkê axaftina xwe wiha domand: "Gelê me ji bo jiyaneke azad û mirovperwer bi salan e têkoşîn dide. Gelê Kurd di vê oxirê de gelek bedel da û hê jî dide. Piştî ewqas ked û têkoşîna mezin Kurdistana Başûr a ku perçeyek ji welatê me ye êdî azad e. Li Herêma Kurdistana Iraqê, Kurd êdî xwe bi xwe, xwe bi rê dibin. Ziman û çanda xwe di hemû qadên jiyanê de bi awayekî azad bikartînin û di qada navneteweyî de jî tên naskirin."
Çelîkê destnîşan kir ku ew wekî HAK-PARê piştgiriya pêvajoya çareseriyê dikin û daxwaza wan jî ew e ku bila êdî di vê rêyê de yek gule neteqe û mirovek jî nemire û wiha pêda çû: "Kêşeya Kurd tenê bi rêya demokrasî û diyalogê ve tê çareserkirin. Ji bo viya jî divê hemû mafên bingehîn ên Kurdan bên naskirin. Li gorî me jî ev arîşe di zemîneke hevpar a federal de mimkûn e. Avakirina aşitî, azadî û demokrasiyê tenê li ser zemîneke bi vî rengî mimkûn e."
Ayşe Çelîkê gotinên xwe bi pîrozkirina Newrozê ve qedand. Piştî axaftina Çelîkê koma ku ji bo pîrozkirina Newrozê civiyabû li gel def û zirneyê ve govend girtin û şûn de belav bûn.