Li gundê Guzelyurtê yê Ardahanê pirsgirêka ava vexwarinê hebû. Rayedaran ev pirsgirêka wan çareser kir û av hat. Gundiyan hatina avê bi def û zirneyê pîroz kirin.
Yekîtiya Xizmetê ya Gundan ji bo ku ava gundê Guzelyurtê bê, dest bi xebatan kir.
Gund 27 kîlometreyan dûrî navendê ye û 30 malbat li wir dijîn. Ji bo av derxistinê li gund dest bi sondajê kirin û av dîtin.
Gava ku av hat dîtin gundî çûn cihê avê û bi def û zirneyê ev yek pîroz kirin.
Mixtarê gund Cemal Saltaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyarkir ku heta niha gundiyan ji çem û kaniyan li derveyî gund bi haywanan av dianîn gund.
Saltaş diyar kir ku 2 kîlometreyan dûrî Guzelyurtê, li herêma Şuvarlarê di sondajê de av hat dîtin û wiha axivî: "Bi salan e ev pirsgirêka me hebû, ji bo çareseriyê me ev mijar gihandibû Serokwezîr jî. Ji Xwedê re şikur me ji xwe re av dît. Walî Seyfettîn Azîzoglu jî ji bo lêgerînê zehf alîkarî da me. Êdî gundiyên me bûn xwediyê avê û ji Serokwezir û hemû kedkarên av dîtinê re dê diayan bikin. Ji çavkaniyê di saniyekê de 3 lître av derdikeve. Niha em ê avê bikişînin şebekeya ava gund."