TBMM
Cîgirserokê Koma HDPê Îdrîs Balûken serlêdana parlementerê Mêrsînê yê HDPê Dengîr Mîr Mehmet Firatê ku partiya wan ji bo serokatiya meclisê namzed nîşan dabû da Sekreterê Giştî yê Meclisê Îrfan Nezîroglu.
Balûken paşê jî daxuyanî da û diyar kir ku wan namzediya Firat di nav xwe de bi yek dengî eşkere kirin.
Cîgirserokê Koma HDPê Balûken destnîşan kir ku heke namzedê wan bê hilbijartin wê ji hemû partiyên siyasî re bê alî be û wisa bawer dikin serokatiya ku bi salan e dihat xeyalkirin wê di meclisê de bi cih bibe.
Balûken ragihand ku hêviya wan ew e namzedê wan bibe Serokê Meclisê.