HESEKE
Hat ragihandin ku li Hesekeya Sûriyeyê di navbera DAEŞ û PYDyê da şer dewam dike.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî DAEŞê li başûrê rojhilatê Hesekeyê êrîşî ciyê leşkerî kir û herêm bi dest xist.
Li gor agahiyan şerê di navbera terefan da dewam dike û gel xwe dispêre herêmên din.
Komîteya Kordînasyonê ya Herêmî ya Sûriyeyê jî ragihand ku li başûrê Hesekeyê dengê bombeyan tê.
DAEŞê do êrîşî Hesekeyê kiribû û ber bi navenda bajêr va diçe.