DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê bi hinceta ku alîkariya rêxistinê kirine, 11 kes hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li ser îxbara ku rêxistin ji firmayên bendavê çêdikin xeracê dixwaze û gefan li yên ku nadin dixwe xebat da destpêkirin.
Nêzî 8 mehan xebatan dewam kir û derket holê ku mensûbên PKKyê ji bo xeracê bistîne bangî karsazan dike ku bên Bakurê Iraqê yan jî bi rêya hin kesan gefan dixwe ku xeracê bistînin.
Li ser telîmata Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê cendirme û polêsan li Yenîşehir, Baglar, Erxenî û Çermikê di heman demê da operasyon bir ser 16 navnîşanan.
Di operasyonê da bi hinceta ku alîkariya rêxistinê kirine, 11 kes hatin binçavkirin.
Di lêgerîna di mal û dikanan da 6 demançe, keleşek, 9 şarjor, 733 fişek, 2 qirme, G-3yek, 13 têlefonên destan û kartên têlefona hatin qefaltin.