Li 39 navçeyên Stenbolê operasyonek berfireh hat lidarxistin, di encama operasyona ku 15 hezar polês beşdar bûn de, gelek malzeme hatin bidestxistin û hin malzeme li navenda ewlehiyê hatin pêşandan.
Malzemeyên ku hatin bidestxistin li Midûryeta Şaxa Asayîşê ya Ewlehiya Stenbolê kom kirin û li vir nîşanî rojnamegeran dan.
Di nav malzeyen ku nîşanî rojnamegeran dan de çek, şarjor, makîneyên tombalayê, cixareyên qaçax, kêrên mezin, makîneyên cixareyan, pere, televîzyon, madeyên hişbirê û hin malzemeyên din hebûn.