ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Serokên Bajaran de rojev nirxand.
Serokwezîr Erdogan wiha got: "AK Partî ne ji wan partiyan e ku xwe dispêre statûkoyê. Pişta xwe nedaye hêzên tarî. Hêz, raye û hebûna xwe ji gel digire. AK Partî bi baweriya heq û gel heya van rojan hat."
Serokwezîr wiha pê de çû: "Qadroya me ne ji serkeftin û armancan, ji riya ku digihêje armancê bawer dike. Gihiştina armancê, bidestxistina sekeftinê bi tenê, bi teqdîra îlahî dibe. Ya girîng ew e ku mirov ji wê riyê dernekeve, nekeve dafikan, ne bixapîne û ne jî bê xapandin û bi vî awayî pêş bikeve. Kesên ku ji bo me dafik danîn, em tehrîk kirin û serî li provakasyonan dan, her dem hebûn. Ji bo tunekirina me li hincetan geriyan. Me tu hincet nedan kesî. Şidet û çek, rêbaza wan kesan e ku ji doza xwe guman dikin. Me tu carî serî li riyên nemeşrû neda."
Serokwezîr bal kişand ser girîngiya demokrasiyê û got: "Mantiqa demokrasiyê sidoq nîne an jî demokrasî tenê sîndoq nîne, berê jî anîn rojevê, îro jî tînin. Lê em dibêjin ku riya demokrasiyê ji sîndoqê derbas dibe, sîndoq bixwe vîna neteweyî ye. Niha ya ku li Misrê jî tê kirin ev yek e. Li Misrê çi dibêjin "demokrasî sîndoq nîne", li pişt van gotinan kî heye, Îsraîl heye.
Beriya hilbijartinên di sala 2011an de li Fransayê di rûniştinekê de, Wezîrê Edaletê û ronakbîrekî cihû yê Fransayî, li wir vê gotinê dibêjin, 'Birayên Misilman, li Misrê di hilbijartinan de bi ser bikevin jî, dê qezenc nekin, ji ber ku demokrasî hilbijartin nîne.' Bala xwe bidinê heman dafik e. Wê demê divê Rojava pênaseya demokrasiyê hîn bibe. Heke vê hîn nebin nakokiyên di nav pênaseya demokrasiyê de, ev pevçûn dê berê cîhanê bide cihekî din."
Erdogan qala hilbijartinên herêmî yên di meha adarê de jî kir û wiha dewam kir: "Em divê di meha adarê de nîşanî her kesî bidin ku sîndoq namûs e. Divê em nîşanî wan kesên ku dixwazin welatê xwe li derve rûreş derxînin, bidin ka ev welat welatekî çiqas demokratîk e."
"Heta niha me sebir kir û em bi wê sebrê heya van rojan hatin. Ji niha pê de jî emê her û her sebir bikin û ji riya heqiyê dûr nekevin. Ew kesên ku rûyê xwe ji gel dizivirînin û xwe dispêrin statûkoyan, zû an dereng dê têk biçin. Nekevin fikaran, ew kesên ku xwe dispêrin gel dê qezenc bikin"
"Kesên ku dixwazin zorkeran bibînin bila li Misrê binêrin. Behsa dîktatoriyê dikin, li cihên ku dîktatorî heye rojname, kovar û televîzyon nikarin şev û roj peyva "dîktator" bi kar bînin, mirov didaliqînin. "
"Bila heyama şefê wan yê neteweyî bê bîra muxalefeta sereke, ka gelo kesekî wêrek derketiye û gotiye wî dîktator? Ka gelo kesek ji nav we derketiye û gotiye hevalên xwe yê derbeker hûn dîktator in."
"Gelê min di bûyerên parka Geziyê de xwedi li vîna xwe derket û ders da kesên vê heq dikin. Lê ne bi molotofan, tenê li gor qanûnan, çi hewce dikir li qadan gotin."
"Divê her yek ji we li hemberî kesên ku qesta demokrasiyê dikin, bibin rêberek, parêzvanek û xwe bispêrin demokrasiyê."
"Nezanekî li ber hizûra Hacî Bektaş, bi awayekî eşkere êrîşê Arîkarê Serokwezîrê vî welatê dike. Arîkarên Serokê Giştî yên muxalefeta sereke demildest dora wî kesî dipêçin û dilê wî xweş dikin. Her wekî ku li êrîşkerê xwedî derkevin. Ew nezanê ku êrîşê Arîkarê Serokwezîr kir piştî ku hat pirsyarkirin, hema wekî ku bê xelat kirin, ji bo ku were girtin bê darizandin, hat berdan. Piştî wê jî derdikevin bê şerm û heya behsa dîktatoriyê dikin."
"Niha nepeniya herî mezin ew e ka di serî CHPê de kî heye, kî rêberiya CHPê dike. CHP niha tenê bi şidet û bi rêxistinên terorî re tê rojevê. Rojeva CHPê êdî ji hêla wandal, rêxistinên terorî û bi çapemeniya ku li wan xwedî derdikeve ve tê diyarkirin."
"Rojava nikare ji bo bûyerên li Misrê bibêje ku 'derbe' ye. Ev nayê qebûlkirin. Li gor lîteratûra siyasî ev yek bi awayekî eşkere derbe ye. Di vê derbeyê de xwîn jî heye, birîndar jî hene. Esmaya 17 salî û pitikên ku li ser destên bavên xwe dimirin jî hene. Di vê derbeyê de mirov bi xwînsariyeke mezin hatin kûştin û jimara wan jî ji hezarî zêdetir e, birîndar ji 5 hezaran borîn."
"Hûn çawa birayên xwe yên misilman didin ber guleyan û çawa bombebaran dikin. Tu carê li gor telîmata dereqanûnî nayê tevgerîn. Heke hûn li wir telîmatên dereqanûnî bistînin jî dîsa hûn nikarin tu kesî bikûjin."
"Niha alema Îslamê di rewşa Hz. Yûsiv de ye ku birayên wî ew avêtin bîrê. Lê Rebbê me Yusiv çawa ji bîrê derxistibe û kiribe Siltan û birayên wî şermezar kiribe, dê îro jî heman tişt bibe."