17 Sibat 2016•Rojanekirin: 17 Sibat 2016
HELEB
Navçe û bajarokên girêdayî Helebê yên ji bo ku piştgiriyê bidin PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKyê aliyekî ve Rûsya ji aliyê din ve rejima Esed bombebaran dike, kavil û wêran bûn.
Navçe û bajarokên girêdayî Helebê yên ji bo ku piştgiriyê bidin PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKyê aliyekî ve Rûsya ji aliyê din ve rejima Esed bombebaran dike, kavil û wêran bûn.
Rûsya ev bi qasî 3 heftî ne ku ji hewayê piştgiriyê dide hewldana hêzên Esed a ji bo dorpêçkirina mixalifên li navenda Helebê. Bajarokên Hreytan, Rîtyan û Beyanûnê yên ku dikevin bakur û rojavayê Helebê, navçeyên Anadan û Azezê û hawirdora wan hema bêje bûye xirabe. Rûsya ji aliyê din ve ji bo ku PYD ji Efrînê ber bi Azezê ve pêş bikeve piştgiriyê dide. Heleba ku wekî navenda bazirganiyê ya Sûriyeyê tê binavkirin hema bêje bûye kavil. Gelek dibistan û nexweşaneyan ew qas xisar dît ku êdî nikarin bi kar bînin.
Binesaziya cihên ku hatin bombebarankirin tep bû, nexweşxane û dibistan jî rastî êrîşên jetên ûris hatin û ew qas zirar dîtin ku êdî nikarin wan bi kar bînin. Li gor çavkaniyên herêmî Rûsya li Sûriyeyê ji 4 mehan zêdetir e ku êrîşî herêmên di bin kontrola mixalifan de dike û di êrîşan de li 22 nexweşxane û 27 dibistanan xist. 163 avahiyên wekî nexweşxane, dibistan, mizgeft, navenda çandê û firûnan bûn hedefa êrîşên ûris.
Ev mehek in ku balafirên ûris êrîş dibe ser bajarokên li başûrê wilayeta Helebê û gund, bajarok û navçeyên li bakurê Helebê û di van êrîşan de nêzî 100 hezarî mirov ji cihên xwe bûn. Ji sûriyeyiyên ku ji cihên xwe bûn nêzî 40 hezarî kes hatin navçeya Azezê ya ku ewledar dibînin, 60 hezar kesî ku ji başûrê bajêr ji êrîşan reviyan jî koçî herêmên li bakurê Îdlibê kirin.
Ebû Enesê midûrê polêsan a Anadana navçeya Helebê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Ev navenda polêsan 3 caran rastî êrîşa balafirên ûris hat. Di navendê de xisareke mezin çêbû. Balafirên ûris hê jî êrîşî Anadanê dikin. Balafirên ûris êrîşî nexweşxaneya Anadanê ya ku tekane nexweşxaneya li navçeyê ew qas zirar dît ku êdî nikarin bi kar bînin."
Enes destnîşan kir ku Rûsya gelekî êrîş dibe ser nexweşxane, dibistan, sûk, bazarên li herêmên li navenda Helebê yên di bin kontrola mixalifan û got ku "Ûris navçeyê serobino kir. Ji ber bombebarana ûris gel mecbûr ma ku navçeyê biterikîne. Ekîbên parastina sivîl, endamên meclisa bajarê û polês ji bo ku malên mayî yên gel zirar nebînin li navçeyê man."