Li navçeya Ermenekê di kana komirê de piştî xebatên ku 38 rojin devam dikin de 5 cesedên din jî derxistin. Bi van cesedan ve 18 xebatkarên ku di madenê de mabûn hatin dîtin û di kana komirê de tû ceset neman.
Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên di kana komirê ya li navçeya Ermenekê temam bûn. Di xebatan de cesedê 5 xebatkarên ku di kanê de mabûn hatin derxistin.
Nasnameya xebatkaran wê piştî testa DNAyê bê eşkerekirin.
Bi van cesedên dawiyê ve 18 xebatkarên ku di kana komirê de mabûn bi tevahî hatin derxistin.