KARAMAN
Di çarçoveya xebatên xilaskirinê yên ku li Ermenekê di kana komirê de tên meşandin, cinazeyê karkerekî din jî hat dîtin.
Cinazeyê ku hat dîtin bi ambulansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Ermenekê. Nasnameya karker piştî testa DNAyê wê kifş bibe. Ji bo derxistina 5 karkarên din xebat dewam dikin.
Li Ermenekê di kana komirê de ji ber lehiyê 18 karker mehsûr mabûn, di çarçoveya xebatên xilaskirinê de heta niha cinazeyê 13 karkeran hatine derxistin.