Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Abdulhamît Gul got: "Heta li dijî dewletê, leşkerê dewletê û polêsê dewletê êrîş dewam bikin, li dijî rêxistinên terorê operasyonê jî wê dewam bikin. Di vê mijarê da biryara hikûmet û dewletê eşkere ye."
Gul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Tirkiyeyê dema êrîşên DAEŞ, PKK û DHKP/Cê watedar e.
Gul got ku ev êrîş li dijî yekîtî û pergala qamûya Tirkiyeyê ye û li dijî van êrîşan biryara operasyonan hat dayîn, bi her sê rêxistinên terorê ra têkoşîna Tirkiyeyê dewam dike.
Gul destnîşan kir, li gor pêvajoya çareseriyê çekê bihatana danîn, hemû çekdarên rêxistinê wê derketana derveyî Tirkiyeyê, lê ev nebû û wiha dewam kir: "Heta li dijî dewletê, leşkerê dewletê û polêsê dewletê êrîş dewam bikin, li dijî rêxistinên terorê operasyonê jî wê dewam bikin. Di vê mijarê da biryara hikûmet û dewletê eşkere ye."
"Ewlehî şertê pêşîn ê azadiyê ye"
Gul daxuyand ku divê tu kes nebe wesîle ku êrîş li dijî pergala qamûyê û ewlehiya welatiyan werin kirin.
Gul got ku dewlet ji helwesta xwe nayê xwarê û wiha pê da çû:
"Dewlet wê li dijî êrîşên ku pergala qamûyê xerab dikin, her cure operasyonan bike û destê wê dê li ser tetikê be. Ya ku li vê derê hewce dike, divê rêxistinên terorê dev ji êrîşên xwe yên li dijî Komara Tirkiyeyê berdin. Heke na, dewleta me wê operasyonên xwe bidomîne. Lewra ewlehî şertê pêşîn ê azadiyê ye. AK Partiyê li welêt hemû astengiyên pêşiya hemû hêzan rakiriye."