18 Mijdar 2015•Rojanekirin: 18 Mijdar 2015
SEUL
Endamê Lijneya Rêvebirinê Salih Demirkan û Alîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşana Giştî ya AAyê Metîn Mutanoglu ji bo bernameya Yekîtiya ajansên Asya û Pasîfîkê (OANA) li Koreya Başûr in. Demirkan û Mutanoglu Balyozxaneya Seûlê ya Tirkiyeyê û Federasyona Misilmanan a Koreyê ziyaret kirin.
Heyeta AAyê ji bilî Demirkan û Mûtanoglu, ji Midûrê Têkiliyên Derva Ercan Goçer û Edîtorê Nûçeyên Derva yê Tirkiyeyê Ogun Duru pêk tê. Heyet ji bo ku beşdarî 39emîn civîna Lijneya Rêvebirinê ya OANAyê bibe, li Seûlê ye û li wê derê bi Balyoz Arslan Hakan Okçal ra hatin bal hev.
Mutanoglu li vê derê der barê xebatên AAyê yên li herêma Pasîfîkê da agahî da. Mutanoglu got ku wê li Cakartayê ofîseke mezin vebe û Rêveberiya Nûçeyên Pasîfîkê wê li vir were kirin. Mutanoglu daxuyand ku ew ê îro piştî civîna OANAyê herin Endonezyayê, wê ji wir jî derbasî Malezyayê bibin.
Mutanoglu destnîşan kir, ji bo ku nûçeyên Koreya Başûr hêsantir bigihêjin ber destê xwendevanan, wan tevkariya ajansa nûçeyan a fermî Yonhapê ra têkiliyên tevkariyê xurt kirin.
Balyoz Okçal jî got ku herêma Pasîfîkê li dinyayê ji aliyê aborî û siyasetê va derket pêş û nûçeyên navbera Koreya Başûr û Tirkiyeyê jî girîngtir bûn. Okçal daxuyand ku AA li herêmê xurt bibe, wê piştgiriyê bide têkiliyên navbera her du welatan.
Heyeta AAyê paşê li Mizgefta Navendê ya Seûlê navenda Federasyona Misilmanên Koreyê ziyaret kir.
Serokê Federasyonê Çoî Younghîl Hamîd der heqê misilmanên Koreyê da agahî da heyeta AAyê. Çoî got ku li Koreya Başûr 130 hezar misilman dijîn, ji van 30 hezar kes, koreyî ne. Çoî daxuyand ku 15 mizgeft û 65 mescid hene. Çoî got ku pirsgirêka herî mezin kêmasiya saziyên perwerdeyê yên Îslamî ne.