Haydar Şahin
18 Mijdar 2015•Rojanekirin: 20 Mijdar 2015
SELAHEDÎN (AA) - Atif Eliyê Berpirsiyarê Şaxa Tûzxûrmatûyê yê Lîwaya Bedrê diyar kir ku li herêmê hebûna PKKya rêxistina terorê tu carî qebûl nakin û wiha got: "PKK ji bo me wek DAEŞê ye. Li navçe û dorberê hebûna wan ji bo me xeta sor e."
Elî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku milîtanên PKKya rêxistina terorê li navenda navçeyê tevlî pevçûnan dibin û bi wan ra dikevin şer.
Elî îdia kir ku milîtanên PKKyê li ser xaniyan wek nîşangeran mewziyê digrin û wiha axivî: "Me ji PKKyê herî kêm 3 kes kuştin. Di pevçûnên dawiyê da miriyên ku di lîsteya Wezareta Pêşmergeyan da nehatine qeydkirin em texmîn dikin ku PKKyî ne. Îro li kuderê derkevin pêşiya me em ê wan bikujin. Lewra me bi wan ra peyman çênekir. PKK û DAEŞ wek hevdu ne. Li navend û dorberê Tûzxûrmatûyê hebûna wan xetere ye û ji bo me xeta sor e."
Elî diyar kir ku di peymana ku bi pêşmergeyan ra çêkirin da li ser mijara ji herêmê derxistina PKKyiyan li hev kirine û wiha pê da çû: "Ji ber ku PKK rêxistina terorê ye me got ku em aciz in. Fermandarên pêşmergeyan jî soz dan û gotin ku ew ê di demeke kin da wan ji herêmê derxin."
Seyîd Elî Huseyniyê Alîkarê Serokê Meclisa Tûzxûrmatûyê îdia kir ku PKKyî hê li navçeyê ne û wiha axivî:
"Milîtanên PKKyê di pevçûnên dawiyê da jî cî girtin. Yên ku bûn sedema mezinbûna pevçûnan jî ew in. Em li vê derê hebûna wan qebûl nakin. Em li bendê ne ku rewşa li Tûzxûrmatûyê normal be. Em ê paşê li gor mafê xwe yên qanûnî wan ji vê derê dûr bixin."