ANKARA
Hat ragihandin ku heyeta HDPyê ya ku wê biçûya Girava Îmraliyê ji ber rewşa hewayê neçû Îmraliyê.
Di daxuyaniya HDPyê de hat gotin ku heyeta ku hejmara kesên wî hatine zêdekirin ji bo ku here Girava Îmraliyê di saet 10.30an de rê ket. Lê ji ber rewşa hewayê ya nebaş heyet car din zivirî.
Hat ragihandin ku dema ku rewşa hewayê baş bibe heyetê wê di demeke kurt de here Îmraliyê.