Fatma Ocalana xwişka Abdûllah Ocalanê ku di Girava Îmraliyê de cezayê hepsê ya heta dawiya emrê xwe dikşîne, ji Girava Îmraliyê vegeriya navçeya Gemlîkê.
Li gor madeya 125emîn a Qanûna Cezaya Tirkan a bi nimreya 765 ji ber "îxaneta welêt" cezaya dardekirinê dabûn Abdûllah Ocalan lê belê ji ber ku di çarçoveya qanûnên Yekîtiya Ewropayê de cezayê dardekirinê hat rakirin, cezayê hepsê ya heta dawiya emrê wî dan Ocalan û Ocalan di vê çarçoveyê li Girava Îmraliyê cezayê xwe dikşîne û Fatma Ocalana xwişka wî û biraziya wî Dîlek Ocalana ku ji bo dîtina wî çûbûn giravê, vegeriyan navçeya Gemlîkê.
Li vir kontrol hat kirin û ji ber ku Fatma Ocalan nedikariya bi rê ve biçe wesayîta ku ew anî, hildan Fermandariya Jendirmeyan.
Piştî ku kontrol hatin kirin Ocalan ji Fermandariyê derket û deriyê otomobîlê vekir û diyar kir ji ber ku nexweş e dê nekare biaxive. Ocalan pişt re bi Dîlek Ocalan re ji Gemlîkê veqetiya.
Xizmê Şeyhmûs Poyraz, Felek Cizlaşmak û xizma Cûmalî Karasû Pervîn Oduncu jî piştî muameleyên xwe yên li Fermandariya Jendirmeyan a Navçeyê bi midîbusê ji navçeyê veqetiyan.