Mehmet Ocalanê birayê Abdullah Ocalan, ji Girava Îmraliyê ya ku ji bo hevdîtina birayê xwe çûbû wir, vegeriya Gemlîkê.
Ocalan dema ji Fermandariya Jendirmeyan ya Gemlîkê derket, bersiva pirsên rojnamevanan yên di der barê serdanê de bersivand.
Ocalan diyarkir ku di vê merhaleyê de gotina tu tiştê ne di cî de ye û got ku di merhaleya beriya me de çi hewce dike dê bê eşkerekirin.
Mehmet Ocalan li ser pirsa rojnemevanekî ya wek ' birayê we der barê hevdîtina li Diyarbekir çi dibêje?' got ku bi giştî her tişt hat nirxandin. Ez niha dikarim tenê tiştek bibêjim ew jî nirxandinên giştî hat kirin. Niha dayîna tu daxuyaniyan di cî de nînin, hewce nake."
Mehmet Ocalan pişt re bi Pervîn Oduncuya xizma girtiyê din Cumalî Karasu û xizma Şeyhmûs Poyraz, Felek Cizlaşmak re ji navçeyê veqetiya.