Ethem Emre Özcan
10 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2025
Heyeta Turkish Airlinesê (THY) li Şama paytexta Sûriyeyê, digel rayedaran hevdîtinên teknîkî li dar xistin.
Alîkarî Frotinê yê Rojhilata Navîn û Qibrîsê yê THYê Erol Şenol ku di nava heyetê da bû, ji nûçegihanê AAyê ra axivî.
Şenol destnîşan kir ku bi heyeta teknîkê ya THYê ra hatine Şamê û got, "Em digel Serokatiya Asîmangeriya Sivîl a Sûriyeyê û rêveberiya Syrian Ailinesê (Sûriye Lilteyran) civiyan. Civîna me erênî derbas bû. Em baş ezimandin. Yekeya me ya teknîkî bi mixatebên xwe ra axivîn. Têbîniyên xwe nivîsandin.
Şenol anî ziman ku ji bo destpêkirina geştên asîmanî di navbera Şam û Tirkiyeyê da wan behsa pêvajoyên pêwîst kirine û got, "Me pêvajoyên operasyonan ên balafirgehê nirxandin. Di heman demê da me li ser binesaziya fîloya Syrian Ailinesê jî îstîşare û gotûbêj kir. Mebesta me ya sereke ew e ku em binesaziya teknîkî û teknolojîk a Syrian Ailinesê hêzdar bikin."
Şenol her wiha got ew li ser wê yekê dixebitin ku di demeke nêz da seferên Şam-Stenbolê bidin destpêkirin û ji bo vê li Şamê li balafirgehê nihêrîne.