BITLÎS
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di 30yê îlonê de "Pakêta Demokratîkbûnê" eşkere kiribû. Piştî vê dihat hêvîkirin ku navê gund û bajarên ku hatibûn guhertin paşve bên dayîn.
Şêniyên Guroymaka ku navê wê berê Norşên bû jî hêvî dikirin ku dê navê navçeya wan paşve bê dayîn.
Serokê Şaredariya Guroymakê M. Emîn Ozkan jî ji bo vê daxuyanî da rojnamevanan û got: "Di Pakêta Demokratîkbûnê xala ku navên hatibûn guhertin eleqedar dikir bala me jî kişand. Li gor vê xalê me jî hêvî dikir navê Guroymakê bibe Norşên. Di sala 2009an de dema ku Serokomar Abdullah hat û ji navçeya me re got Norşên, ev yek kete rojeva Tirkiyeyê. Li ser vê me jî wek meclisa şaredariyê biryar da ku em navê navçeya xwe bidin guhertin. Ji bo vê xebatên ku hewce dikin me kir û me ev daxwaza xwe bi navbeyniya Walîtiya Bitlîsê ji Wezareta Karên Hundir re şand. Lê dema ku hin nav hatin guhertin me dît ku Norşên di nav wan de tuneye. Me hêvî dikir ku navê navçeya me jî bê guhertin."
Ozkan diyar kir ku ji bo guhertina navê navçeyê dê xebatên xwe bidomînin û wiha dewam kir: "Me ji bo guhertina navê Norşênê bi parlementerê BDPyê Husamettîn Zenderlîoglu re hevdîtin kir. Ji bo vê parlementerê me jî dê bixebite."