HEWLÊR
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyeyê (PYD) Salih Muslîm got ku li Iraqê, Hêzên Parastina Gel (HPG) digel pêşmergeyan li dijî Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) şer dikin.
Nûçegihanê AAyê li ser têlefonê ji Muslîmê ku li Brukselê xebatên xwe yên siyasî didomîne agahî wergirt. Muslîm diyar kir ku şaxa çekdar a PYDyê HPG, ji bo piştgiriyê bide pêşmergeyên ku bi milîtanên DÎŞIyê re şer dikin, derbasî Iraqê bûn.
Muslîm wiha got:
"Ji pêşmergeyan gelek kes cangorî û birîndar bûn û pêşmerge mecbûr man ji hin herêman vekişin. Hêzên HPGyê ji bo piştgirîdayina pêşmergeyan hatin Iraqê."
Muslîm destnîşan kir ku hêzên HPGyê di qada şerê bi DÎŞIê de bi tecrube ne û wiha dewam kir: "Koma bi navê DÎŞIê komeke terorî ya ku li ser tirsê hatiye avakirin e."
Muslîm pirsa "Gelo çend hêzên YPGyê derbasî Iraqê bûn?" wiha bersivand: "Ne diyar e. Niha li Rabîa, Sîhela û hemû deverên di destê kurdan de hêzên HPGyê hene. Hêzên HPGyê pişta xwe dan pişta pêşmergeyan û li dijî DÎŞIê têdikoşin."
Muslîm li ser îdiayên "çêkên di destê pêşmergeyan de çekên bêkêrin" û wiha got: "Çekên di destê milîtanên DÎŞIyê de çibin yên di destê pêşmerge û hêzên HPGyê de jî ew in. Divê hemû pêşmerge li dijî DÎŞIyê têbikoşin. Her wiha em jî dê ji bo rawestandina êrîşan zêdetir piştgiriyê bidin. Lewra ev êrîş li ser gelê kurd e. Divê em ber li vî şerê bigrin."
Muslîm di der barê rewşa dawîn a Kobanî de jî got ku şerê bi DÎŞIê re berdewam e. Serokê PYDyê got ku ji bo ciwanên kurd piştgiriyê bidin HPGyê û Rojava ji DÎŞIê biparêzin tevlî HPGyê bûn.
Muslîm destnîşan kir ku DÎŞIyê ji bo hemû mirovahiyê xetereye, divê hemû hêzên demokratîk ên dinyayê li hemberî vê rêxistinê bisekinin.
Kontrola herêma Rojava ya li ser Sûriyê ya ku herî zêde lê kurd dijîn, di destê şaxa çekdar a PYDyê de ye. Hêzên HPGyê herêma Efrîn, Kobanî, Resûlayn, Amûdê û Qamişloyê ji hêzên DÎŞIê diparêze.