ÎSTANBÛL
Namzedê Serokomariyê û Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş got: "Gava ku me namzediya xwe diyar kir, gava ku me rêzikên xwe eşkere kir em aliyê ku qezec kiribû bûn."
Demirtaş beşdarî mitînga ku li qada Kadikoyê ya Stenbolê hat lidarxistin bû û diyar kir ku li qada mitingê ji hemû bawerî û çandan mirov hene, Tirkiyeyê bêriya wêneyekî wiha pirreng kiriye. Demirtaş got ku em bi hêviya jiyanekî nû derketin serê rê.
Demirtaş destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ev cara ewil e ku bi minasebeta hilbijartinên serokomariyê gelê ku zilm lê tê kirin firsenda xwe îfade kirinê bi dest xist û wiha dewam kir: "Ev cara ewil e ku em bi nasnama xwe, bi têkoşîna xwe di qadeke de civiyan."
Demirtaş wiha dewam kir:
"Bi salana ku ji bo em bi hev du re nemeşin, ji bo ku kurd û tirk di heman qadê de necivin hewl didin. Ji bo ku tirk û ermenî neyên bal hev û bi hev du re heman dirûşman berz nekin hewl didin; ji bo ku elewî û sunî bi destê hev du negrin û bi hev du re neyên Kadikoyê hewl didin. Armanca wan ew e ku me hemûyan ji hev du re bikin dijmin."
-Bangewaziya ji bo di weşana zindî de nîqaş bê kirin
Demirtaş îdia kir ku hilbijartin di qadeke adil de nayê kirin û wiha dewam kir: "Di vê hilbijartinê de AKPyê hemû derfetên dewletê, hêza aborî û medyayê ji bo xwe seferber dike. Pêvajoya hilbijartinê di qadeke bêheq û bêhiqûq de tê birêvebirin."
Axaftina Demirtaş nêzî 40 deqîqeyan dewam kir.
Piştî axaftinê zarokek derket li ser dikê û pereyê ku di kompereya xwe de civandibû ji bo kampanyaya hilbijartinê bexşand.