Mümin Altaş
17 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2024
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Balyozê Behreynê Bessam Ehmed Elî Marzuq, Balyozê Guatemalayê Eduardo Enrique Hernandez Recinos, Balyozê Bosna Hersekê Mirsada Colakovic û Balyozê Sirbistanê Aca Jovanovicî qebûl kir.
Civîn li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin, balyozan nameya pêbaweriyê pêşkêşî Serokomar Erdogan kir.
Paşê ji bo bîranînê wêne hatin girtin.
Serokomar Erdogan peyra bi Balyozê Behreynê Bessam Ehmed Elî Marzuq, Balyozê Guatemalayê Eduardo Enrique Hernandez Recinos, Balyozê Bosna Hersekê Mirsada Colakovic ra hevdîtinên cuda kirin.