Önder Beyter
25 Nîsan 2019•Rojanekirin: 26 Nîsan 2019
Hat ragihandin ku li Yusekovaya navçeya Hekariyê ji Bendava Dilimliyê ya ku par ketibû fealiyetê ji bo kontrolê av dê were texliyekirin.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Karûbarên Avê ya Dewleyê ya Herêma 17emîn hat wergirtin, di çarçoveya bernameya avgirtina bendavê da ji bo kontrola girtina avê, ji bendavê dê avê berdin newala ku ji nav navçeyê ra derbas dibe.
Ji ber texliyeya ku îro serê sibehê dê were kirin, gundên nêzîkî bendavê û welatiyên ku li ser guzergeha newalê ne hatin hişyarkirin da ku baldar bin.