Abdullah Tel
12 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2020
Li parêzgehên wekî Wan, Bitlîs, Mûş û Hekariyê piraniya welatiyan sînordarkirina derketina derva ya ku di çarçoveya tevdîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da hat îlankirin binpê nakin û li kuçe û kolanan jî bêdengî zêde ye.
Ji ber sînordarkirinê li Wanê meydanên Beşyol û Edremîtê û kolanên Cumhuriyet û Kazimkarabekîrê ku deverên herî qelebalix ên bajêr in vala man.

Ekîbên polêsan li derva kontrolên xwe domandin û di hişyariyan da ji welatiyan xwestin ku bila li malê xwe bimînin û sînordarkirinê binpê nekin.
- Muş
Li Mûşê jî ji ber sînordarkirinê di kuçe û kolanan da bêdengî hebû û piraniya welatiyan li gor sînordarkirinê tevgeriyan û polêsan jî bi anonsên di nav kolanan kirin da xwestin ku bila welatî li malê bimînin.

- Hekar/Bitlîs
Kûçe û kolanên li Hekarî û Bitlîsê jî ji mirov û wesayîtan xalî man.

Li herdu bajaran jî ji bilî kesên wezîfedar kes li derva nema û welatî ji malên xwe derneketin.