17 Sibat 2016•Rojanekirin: 24 Sibat 2016
HATAY
Ala Haddurê 22 salî yê ji herêma tirkmenên Bayirbucaka Sûriyeyê ku ji ber êrîşên Rûsyayê xilas bû, bi perçeyê şerapnelê ku di mêjiyê wî da ye, heyata xwe dewam dike.
Li herêma tirkmenên Bayirbucakê di heyamên dawîn da êrîş berdewam dikin û hin kes koçî Tirkiyeyê dikin û hin kes jî li welatê xwe dimînin û heyata xwe dewam dikin.
Ala Haddurê ku ji ber şerê navxweyî ji gundê xwe derket û ji ber êrîşên Rûsyayê yên li ser gundên tirkmenan perçeyê şerapnelê li mêjiyê wî ket, jiyan lê herimî. Haddurê ku şerapnel di serê wî da ye tevî jin û 2 zarokên xwe li Yayladaga navçeya Hatayê heyata xwe berdewam dike.
Haddur daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî êrîşê carna hafizeya xwe wenda dike û wiha got: "Xizmên me ez anîm Tirkiyeyê. Perçeyên şerapnelê li ser û bedena min ketin. Ez hefteyek di nexweşxaneyê da mam. Min mehekê ji ber ku hafizeya min çûbû, malbata xwe nas nedikir."
Haddur diyar kir ku li ser bedena wî rêça êrîşê heye û got ku şerapnelek li serê min ket û nikarin derxin.