Önder Beyter
19 Gulan 2019•Rojanekirin: 20 Gulan 2019
Ji bo 5 parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya taviyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa dê pir û perçe ewrayî be.
Li herêma ku germahî dê di asta pileyên demsalê da be, ba jî dê ji başûr û rojavayê başûr nerm, car carî jî nîveqewî rabe û herwiha ji danê nîvro şûnda jî dê bihêz rabe.
Dîsa li herêmê tê pêşbînîkirin, bayê ku leza wê dê di saetê da di navbera 40-60 kîlometreyî da biguhere rabe û herwisa piştî nîvro dê li Erzingan, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê tavî were.
Li herêmê bi şev pileya herî nizim a germahiya li Qersê 8, li Erdexanê 9, li Erzirom û Agiriyê 10, li Erzinganê 14 û li Îdirê jî 16 pile hat pîvan.
Herwiha li herêmê nava rojê jî tê pêşbînîkirin ku germahî dê li Îdirê 31, li Erzinganê 26, li Agiriyê 25, li Erdexan û Qersê 24 û Erziromê jî 22 pile be.