Türkan Tosun
19 Mijdar 2018•Rojanekirin: 19 Mijdar 2018
DENÎZLÎ
Waliyê Denîzliyê Hasan Karahan daxuyand li navçeya Merkezefendî li herêma Başkarciyê balafireke perwerdeyê ket.
Walî Karahan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand balafira ku tê da 2 kes hebûn ji Balafirgeha Çildirê ya Aydinê rabûye.
Karahan wiha axivî: "Sedema ketinê hê nayê zanîn. Ji ber şert û mercên hewayê an jî ji ber sedema teknîkî ye nayê zanîn. Li gor kordînatên hatine dayîn hewl tê dayîn ku xwe bigîhînin qada ku lê ketiye. Tîmên esmaniya sivîl, AFAD û yên din hewl didin li herêmê xwe bigîhînin balafirê."