GAZÎANTEP
Cendermeyên Şahînbeya navçeya Gazîantepê beriya îda qurbanê gundiyan ji bo ku bi baldar bin hişyar kirin. Lewra her sal beriya îda qurbanê diziya li ser heywanan zêde dibe û gelek welatî ji ber vê rewşê mexdûr dibin. Cenderme jî ji bo rê li ber vê rewşê bigirin, gund bi gund geriyan û gundî hişyar kirin.
Cendermeyan ji gundiyan re got ku heywanên xwe beredayî nehêlin û deriyên hewşên xwe biqefêlin. Ku rastî tiştekî gumanbar hatin jî li telefona îxbara 156an ya cendermeyan bigerin û wan ji bûyerê haydar bikin.
Welatiyan jî ji bo van hişyariyan spasiyên xwe li cendirmeyan kirin.