Li Şirnexê ji bo heywanên hov ku ji ber berfê tî û birşî dimînin, xwarin danîn derûdor.
Tîmên Mudiriyeta Şaxa Parastina Tebîet û Parkên Neteweyî ji bo heywanên hov giha, nefel û goşt belavî kirin.
Mudirê Şaxa Karên Daristan û Avê Orhan Kalay ragihand li cihên ku heywanên hov lê zêde ne xwarinê belav dikin.
Kalay got ku heywanên hov ji ber tunebûna xwarinê, berê xwe didin gûndan. Ji bo ku heywanên hov danekevin gûndan xwarin belavî cihên wan dikin.